Li Mûsilê di sê heftiyan de sê rojnameger hatin qetilkirin

Li Mûsilê di sê heftiyan de sê rojnameger hatin qetilkirin

Li Mûsilê kameravanê kanalek ya televîzyonê Necîm El Nuaîmî di 24’ê Cotmehê de ji aliyê hinek kesên çekdar ve bi çeka bêdeng hate qetlkirin. RSF’ê cînayet bi zimanek tund şermezarkirin û da diyarkirin ku, li Mûsilê di nava sê heftiyan de sê rojnameger hatin qetilkirin.

RSF ku navenda wê li Parîsê ye aşkera kir ku, kameravanê televîzyona El Musuliye Necîm El Nuaîmî ji aliyê kesên çekdar ve bi çeka bêdeng “hatiye hedefgirtin” û qetilkirine.

Da diyarkirin ku, cenazeyê rojnameger piştî nîvro di 24’ê Cotmehê de li ber mala wî ya li taxa Nebî Şayth dîtine. Hate ragihandin ku, li gorî çavkaniyek ya polîsan di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

RSF’ê sersaxî ji malbata rojnameger û hempîşeyên wî xwest û wiha got: “Em hêvî dikin ku, lêpirsîna tê meşandin dê cînayetan ronî bike, kujer û kesên fermanda vê çalakiya qirêj dane bê ceza nemînin û derxînin pêşberî edaletê.” Rêxistinê xwest, gûmana ku ev cînayet bi awayek profesyonelî hatiye kirin cidî bê lêkolîn kirin.

RSF’ê da diyarkirin ku, meha Cotmehê li Iraqê ji bo xebatkarên çapemeniyê bû mehek bixwîn û li Mûsilê di derbarê zêdebûna cînayetên aktorên nûçeyan hedef digirin de fikarên xwe anîn ziman. RSF’ê anî ziman ku, “Di nava sê heftiyan de di heman şert û mercan de sê rojnameger hatin qetilkirin.”

RSF’ê ji bo xebatkarên çapemeniyê peywirên xwe biewlekarî û bêy ku ji jiyana xwe fikaran bikin, bang li meqamên netewî û herêmî kirin ku tedbîrên baş bigirin.