Li Mûsilê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek pêk hat

Li bajarê Mûsil ê Iraqê, êvara Pêncşemê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de herî kêm kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, di êrîşê de ku li nêzî zanîngehê pêk hat herî kêm kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn. Çeteyên DAÎŞ'ê ji êrîşa wesayita bombebarkirî berpirsyar tên dîtin.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve têk çû, dema dawî xwe li Iraqê bêhtir nîşan dide û hewl dide xwe ji nû ve birêxistin bike.

Mehên dawî bi taybetî li bajarên Kerkûk, Diyala, Anbar, Tîkrît, Selahaddîn û gelek navçe û gundên van bajaran êrîş pêk hatin.