Li Mûşê bi 4.1 pileyî erd hejiya
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bi 4.1 pileyî erd hejiya.
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bi 4.1 pileyî erd hejiya.
Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej bi 9.6 kîlometreyî li binê erdê li navçeya Têlî ya Mûşê qewimiye.
AFAD'ê diyar kir ku giraniya erdhejê 4. pile bû. Li gorî Kandîllî erd bi 3.9 pileyî hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê xisar ji ber erdhejê nebûye.