Li Mûşê 3 bira hatin binçavkirin
Li Mûşê 3 bira hatin binçavkirin
Li Mûşê 3 bira hatin binçavkirin
Li taxa Yeşilce ya Mûşê polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 3 bira binçav kirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li taxa Yeşilce ya Mûşê bi ser 3 malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 3 birayên hev binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan.
Dayika bi navê Halise Sarp, diyar kir ku polîsan serê sibê saet di 05.00'an de bi ser malên wan de girt û deriyê malên wan kişandin. Sarp, da zanîn ku wan sedema serdegirtinê pirsî lê tu tişt ji wan re negotin û wiha axivî:
" 3 kurê min Firat, Eyup û Yunus binçav kirin. Polîsan neheqî li me kirin û deriyê malên me kişandin. Serdegirtina wan ne li gorî heq û hiqûqê ye." Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê Saîm Atilgan, jî piştî serdegirtina malan hat cihê bûyerê û diyar kir ku ev li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye.
3 birayên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.