Li Munihê faşîstan êrîşî Kurdan kir
Li Munihê faşîstan êrîşî Kurdan kir
Li Munihê faşîstan êrîşî Kurdan kir
Li Almanyayê Kurdên ku tevlî çalakiya protesto kirina Civîna Ewlekariya NATO ya li Munihê bûn, rastî êrîşa komek faşîstên Tirk hatin. Di êrîşan de Kurdekî 70 salî birîndar bû.
Duh di çalakiya protesto kirina civîna NATO’yê de komek ya faşîst êrîşî Kurdên tevlî çalakiyê bûn kir. Di bûyerên ku li derdora demjimêr 14’an de rû da, faşîstekî ji piştê ve nêzî çalakvanekî Kurd yê 70 salî bû û kulmek lêxist. Piştî ku kurdên din mudaxelekirin, polîs ketin navberê û 2 Kurd binçavkirin.
Polîsên ku bi hişyariya komîteya amadekar ketin tevgerê, koma faşîst belavkirin, piştî îfadeyên her du Kurdên binçavkiribûn jî girtin, di demjimêrên dereng yên şevê serbest berdan.