Li Munîh û Montpellîer çalakiyên Kobanê
Li Munîh û Montpellîer çalakiyên Kobanê
Li Munîh û Montpellîer çalakiyên Kobanê
Li bajarê Mûnîh ê Elmanya û bajarê Montpeîller ê Fransa di xwepêşandanên hatin lidarxistin de, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hatin şermezarkirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji 15’ê Îlonê ve li hember Kobanê tên şermezarkirin. Li bajarê Mûnîh ê Elmanya û bajarê Montpellîer ê Fransa êrîşên çeteyên DAIŞ bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Munîh ji aliyê rêxistinên çep û rêxistinên civaka sivîl ve meşek hat lidarxistin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn, êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin. Hat xwestin ku li Elmanya qedexeya li hember PKK’ê rabe.
Li bajarê Montpellîer ê Fransa jî, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve kon hat vekirin. Di belavokên hatin belavkirin de hat xwestin ku ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin.