Li Munchenê çalakiya 'Girtiyên siyasî yên Kurd berdin'

Li Munchenê, ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd çalakiyek hat lidarxistin.

Ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên li Elmanyayê tên ragirtin, Komuna Jinê-SARA û Ciwanên Azad bi dirûşma "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin; girtiyên siyasî bên berdan" çalakiyek lidar xistin.

Di daxuyaniya li ser navê Ciwanên Azad Munchenê ya li vê derê hat xwendin de aht gtoin, "ji bo em balê bikişînin ser girtina siyasetmedarên Kurd û zextên li saziyên Kurdan ên li Elmanyayê tê kirin, me dest bi çalakiyan kirin û em ê çalakiyên xwe ji niha û pê ve jî bidomînin. Ji ber zextên bi salan e tên kirin, heta niha gelek kes mexdûr bûne. Kurd hînê tên girtin; niha li girtîgehên li Elmanyayê gelek siyasetmedarên Kurd hene. Ji bo ev zext werin bidawîkirin, divê em bi xurtî tevlî çalakiyan bidin. Em bang li her kesî dikin ku bi vê hesasiyetê tevbigerin."

Endamên ATÎK û SYKP jî beşdarî çalakiyê bûn.