Li Mûgla û Îdirê 12 kes hatin binçavkirin

Li Mûgla û Îdirê di oparasyona qirkirina siyasî de 12 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê ya li hember berxwedana gelê Kurd berdewam dike. Hêzên dewleta Tirk di serdegirtina malan a li Mûgla û Îdirê de 12 kesên din hatin binçavkirin.

MÛGLA

Polîsan di saetên sibehê li navçeya Mîlas û navenda Mûglayê avêtin ser malan. Hêzên dewletê, piştî serdegirtinan Hevserokê HDP’a Navçeya Menteşe Hanîfî Sari û xwendekarên zanîngehê jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Ji 6 kesên ku hatin binçavkirin rakirin Midûriyeta Emniyeta Mûglayê, 2 kes jî rakirin Midûriyeta Emniyeta navçeya Mîlasê.

ÎDIR

Li Îdirê bi îdîaya "Endamên YPS'ê ne" 4 ciwan hatin binçavkirin. 

Li Îdirê danê sibehê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. 

F.Y., O.O., S.T. û C.Ç bi îdîaya "Endamên YPS'ê ne" hatin binçavkirin û ew şandin Midûriyeta Polîsan a Îdirê.