Li MPKE panela 'demokrasî tê xurtkirin, ya jî dîktatorek tê afirandin'
Li MPKE, bi beşdariya hiqûqnasan li ser rêveçûna Tirkiyeyê panelek bi mijara "Dîktatorek tê afirandin, ya jî demokrasî tê xurtkirin" hate lidarxistin.
Li MPKE, bi beşdariya hiqûqnasan li ser rêveçûna Tirkiyeyê panelek bi mijara "Dîktatorek tê afirandin, ya jî demokrasî tê xurtkirin" hate lidarxistin.
Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), li ser rêveçûna heyî ya Tirkiyeyê, bi beşdariya Serokê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dadger Jean-Paûl Costa, dadgerê berê yê DMME yê ji Tirkiyeyê Riza Turmen û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar panelek hate lidarxistin. Panel bi sernavê "Dîktatorek tê afirandin, ya jî demokrasî tê xurtkirin" pêk hat.
Panela ku ji aliyê Koma Yekîtiya Çep a MPKE ve hate organîzekirin, gelekî bal kişand. Panel ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ve hat birêvebirin.
Hiqûqnas û dadger Jean-Paûl Costa da xuyakirin, ku di guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê de beşa mezin a hêzên rêveberî, qanûndanîn û dadgerî di destê şexsekî de kom dibe û got, "Ev yek cihê tirs û fikaran e."
Costa mînaka Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) da û diyar kir, li DYA Serokwezîr nîne, lê belê cihêtiyeke xurt a hêzan a ji hev heye û di rewşa heyî de dadgerî gelekî xurt û serbixwe ye. Costa destnîşan kir, ku welatên di mijara azadî û mafên bingehîn de bi berpirsyariya endametiya Konseya Ewropayê ranabin, divê bên hişyarkirin.
Costa got, "Eger ev neyê kirin, wê rewş veguhere şewbê. Eger hûn ji ber berjewendiyên realpolîtîk an jî fînansî çavên xwe li hin dewletan bigirin ku berpirsyariyên xwe bi cih nînin, hingî hin dewletên din jî wê bidin ser şopa wan."
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî rexne kir ku di civînên giştî yên vê hefteyê yên li MPKE de rewşa li Tirkiyeyê nehatiye nirxandin.
Sancar da zanîn, hikûmeta Tirk ji bo civînên li MPKE yên li ser Tirkiyeyê asteng bike, li hin paytextên Ewropayê bazarî kiriye û got, "Em nizanin bê Tirkiyeyê çi daye hêzên mezin ên li Ewropayê, lê belê ya ku di berdêla wê de bi dest xistiye, li pêş çavan e. Kir ku Ewropa binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê li Tirkiyeyê ji nedîtî ve bê."
Sancar anî ziman, ev helwesta Ewropayê wê gefê li Ewropayê jî bixwe û wiha dewam kir: "Eger Tirkiye hê bêhtir ji azadiyan dûr bikeve, wê berdêla vê yekê ne tenê Tirkiye û derdora wê bide, di heman demê de wê Ewropa jî bide. Di vir de berpirsyariya Konseya Ewropayê heye. Berpirsyariya saziyên Ewropayê ew e, ku nirxên ew li ser ava bûne biparêzin."
Sancar bibîr xist, ku li Ewropa û gelemperiya cîhanê, partiyên rastgir ên populîst û lîderên wan derdikevin pêş û destnîşan kir, ev yek gef e li demokrasiyê. Sancar anî ziman, polîtîkayên ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve tên meşandin, hîmekî gelekî girîng ê populîzma rastgiriyê ya li cîhanê ye.
Qisekerê din ê panelê Riza Turmen jî diyar kir, ragihandina Rewşa Awarte piştî 15'ê Tîrmehê, li dijî hewldaneke darbeyê ya gefê li hebûna neteweyekê dixwe 'bersiveke rewa' ye, lê belê divê Rewşa Awarte ji bo astengkirina azadî û mafên bingehîn weke hincetekê neyê bikaranîn.
Turmen da xuyakirin, ku li gorî xala 15'an a Destûra Bingehîn, neçar e Rewşa Awarte li gorî berpirsyariyên hiqûqa navneteweyî be û anî ziman, bi biryarnameyên piştî 15'ê Tîrmehê hatin weşandin, pêşî li hin azadî û mafên bingehîn hate girtin.
Turmen guhertina cihê hevşaredarên DBP'yî bi wezîfedarên fermî re, 'guhertineke sîstemî' ye û destnîşan kir, ku ev pêkanînên hikûmetê bi biryarnameyan re 'îllegal' e.
Turmen bal kişand ser referandûma li ser guhertina destûra bingehîn û anî ziman, di nava rewşekê de, ku azadiya civîn, îfade û azadiya çapemeeniyê nîne, ev referandûm pêk tê. Turmen destnîşan kir, bi guhertina destûra bingehîn re wê hemû hêz di destê şexsekî de bên komkirin.