Li Moskowayê Kurdan û dostên wan Newroz pêşwazî kirin
Li paytexta Rûsya Moskowayê, Kurdan û dostên wan Newroz bi pîrozbahiyeke hevpar pêşwazî kirin.
ANF
MOSKOWA
duşem, 21 adarê 2016, 10:45
Li paytexta Rûsya Moskowayê, Kurdan û dostên wan Newroz bi pîrozbahiyeke hevpar pêşwazî kirin. Gelên Kafkas, Asya Navîn û Rojhilata Navîn bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahiya ku ji aliyê Şaredariya Moskowayê ve hat organîzekirin, li salona VDNX fûarê pêk hat. Ji mutbexa Kurd, Azerî, Kirgiz, Tatar, Afgan, Ozbek, Tirkmen, Tacîk, Kazak, Başkir û Ereb xwarin di pîrozbahiyê de hat belavkirin û koma zarokan bi dansên xwe reng dan pîrozbahiyê.
BI ZIMANÊN CUDA STRAN HATIN GOTIN
Bi armanca danasîna çanda gelên cuda, stant hatin vekirin. Eleqeya ji bo stanta Kurdistanê jî gelekî zêde bû. Di pîrozbahiyê de li ser Newrozê bi gelek zimanan stran hatin gotin. Her wiha pêşangeha şal û şapik a ji aliyê Komîteya Çanda Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê ve hat organîzekirin, hat nîşandan. Beşdaran li ber stranên Koma Sê Bira govend gerandin.