BI DÎMEN

Li Moskowayê 25’emîn salvegera damezrandina KNK’ê hate pîrozkirin

25'emîn salvegera damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li avahiya Mala Kurdan a Moskowayê hate pîrozkirin.

SALVEGERA DAMEZRANDINA KNK'Ê

Bi beşdarbûna gelek endam û berpirsên rêxistinên siyasî û civakî yên wek nûnerên Rûs, Gurc, Yewnan, Lezgîn, Gelên Sîbîrya û Rojhilatê Rûsyayê, her wiha xwendekar, dîrokzan, lêkolîner, hunermend, rêxistinên jin û endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Rûsya Moskowayê civînek hate lidarxistin.

Bername bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre sinevizyonek li ser dîroka avakirina KNK’ê hate temaşekirin. Hevserokê Otonomiya Çand-Neteweyî ya Federal a Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev axaftina vekirinê kir û xêrhatina mêvanan kir. Patiyev her wiha behsa armanca avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kir.

Piştî axaftina vekirinê, mafê axaftinê ji bo mêvanan hate dayîn. Mêvanan bal kişandin ser bêedeletiya li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku ew ji bo piştevaniyê amade ne.