Li Montpellîer, Dragûîgnan û Meschede kongre hatin lidarxistin
Li bajarên Fransa Montpellîer, Dragûîgnan û li bajarê Elmanya Meschedeyê Meclîsa Gel û Navenda Civaka Demokratîk kongreyên xwe lidar xistin.

MONTPELLÎER
Li bajarê Fransa Montpellîerê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya 3. lidar xist. Li dû deqeyeke rêgirtinê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan li vir peyivî û rewşa siyasî nirxand.
Piştre raporên malî û kar ên salekê hatin xwendin û nrixandin. Di kongreya bi beşdariya 80 delegeyan pêk hat de Zubeyde Denîzhan û Cevat Guneş weke Hevserokên NCDK hatin hilbijartin.
Di kongreyê de komîsyonên têkiliya derve, çand, aştî-lihevkirin, spor, ciwan, çapemenî weşand, xizmên şehîdan û yên xizmên xwe winda kirine, hatin destnîşankirin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
DRAGÛÎGNAN
Li bajarê Fransa Dragûîgnanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Siyasetmedarê Kurd Felat Marînos li dû deqeyeke rêzgirtinê axivî û destnîşan kir, ku pîvana meclîsbûyînê ya vê demê sekna Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir e. Li dû axaftinan rapora li ser karê salekê hat xwendin û dûre komîsyonên ji 75 kesan û hevserok hatin hilbijartin.
MESCHEDE
Li bajarê Elmanya Meschede, Meclîsa Gel a Sûarlandê kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreyê de 11 komîsyon û 74 endamên Meclîsê hatin hilbijartin. Nûrsel Çelîk û Ekrem Şîmşek bûn hevserokên meclîsê.