Li Misrê serokkomarê demkî sond xwar

Li Misrê serokkomarê demkî sond xwar

Piştî ku li Misrê bi milyonan mirov daketin qadan, alîgirê Birayên Misilman Mihemed Mûrsî ku bi derbeya leşkerî ji text anîn xwar, li cihê wî Serokê Makezagonê Elî Mensûr ji bo Serokkomartiya demkî sond xwar û fermî dest bi peywira xwe kir.

Elî Mensûr ku ji aliyê leşkeran ve weke serok komarê demkî hate tayîn kirin, bi “Parastina sîstema komarê, hurmetê nîşanî makezagon û zagonê bide û berjewendiyên gel biparêze” sond xwar. Gelek welatan bertek nîşanî derbeya leşkerî da û li hemberî cemidandina makezagonê û ji peywir girtina Mihemed Mûrsî “fikarên” xwe anîn ziman.

Wezareta Derve a Swîsreyê bang li hemû aliyan kir ku, ji bo krîza siyasî li çareseriyê bigerin û ji tundiyê birevin kir û ji bo vegera pêvajoya demokratîk diyarkir ku “Pêwîste hemû hêzên civakî ên welat li ser bingehê tevlîbûn û mafê bingehîn be.”

Îngîltereyê ragihand ku, ew dê bi hikûmeta nû ya Misrê re bixebitin. Wezîrê Derve ê Îngilîstanê William Hague got, Londra “piştgiriyê nade mudaxeleyekî leşkerî ya di nava sîstemekî demokratîk de.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê banga îtîdalê li hemû hêzên siyasî ên Misrê kir û xwest “Bêtundî, rêzê li berjewendiyê hemû çîn û baweriyên civakî ên Misrê de di çarçoveya demokratîk de bimîne.”

Wezîrê Derve yê Elmanyayê Guido Westerwelle jî diyar kir ku, Mûrsiyê ku bi derbeya leşkerî anîn xwar “di aliyê demokrasiyê de neserkeftinekî herî mezine”. Westerwelle destnîşan kir ku, di demek herî lez de sererastkirineke makezagonî pêk bîne.