Li Misrê protesto didomin

Li Misrê protesto didomin

Li Paytexta Qahîre ya Misirê duh êvarê li dora qesra Serokwezîrtiya Dewletê di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derket. Di pevçûnan de polîsek mir û ji 50’yî zêdetir kes birîndar bûn.

Çalakvanên ber bi qesra Serokwezîrtiya Dewletê ve meşiyan rastî êrîşa bombeyên gazê û ava şid ya polîsan hatin. Çalakvanan  jî bi molotof û keviran bersiv dan polîsan. Hate hînbûn ku, polîsek miriye û  ji 50’yî jî  zêdetir birîndar bûne.

Çalakvan diyar dikin ku, Serokwezîrê Misirê Muhammed Mûrsî ku endamekê Birayên Misilmane modeleke ‘yek kesî’ ferz dike û got îxanet li serhildana du sal berê kiriye.

Mûrsî sûcdarî red kirin û got ew ji bo saziyên deweletê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bên parastin tevdigerin û got dê komên pişt şîdetê jî dê hesabê siyasî bidin.

Roja înê bi hezaran kesî di çalakiya ber serokomartiyê de dirûşmeya ‘Mûrsî biçe’ kir. hinek çalakgeran piştre molotof kokteyl avêtibû qesrê.

Di derengiya şevê de di dema pevçûnan de kesekî jiyana xwe ji dest dabû.  Bi hezaran kesên ji bo Mûrsî ji peywirê were xwarê  li Qada Tehrîrê civiyan û pevçûn pêk hatin.

Pêla protestoyê ya nû di 24’ê Çileyê de destpê kir û her diçe li bajaran belav dibe.

 Ji hefteya borî heta niha 60 kes mirin.