Li Misirê pevçûnan bi şev jî berdewam kir
Li Misirê pevçûnan bi şev jî berdewam kir
Li Misirê pevçûnan bi şev jî berdewam kir
Li paytexta Qahîre ya Misirê çalakiya alîgirên serokomarê ketî Muhammed Mursî ya li her du qadan piştî êrîşa li ser wan, ligel îlankirina rewşa awarte protestoyan berdewam kir. Bi şev li gelek bajarên welat protesto pêk hatin û di pevçûnên li qadan pêk hatin de 23 kesan jiyana xwe ji dest da û 300 kes birîndar bûn. Li gorî rayedaran jii duh de heta niha 235 û li gorî rêxistina Birayên Musliman jî 2 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest daye.
Pevçûnên piştî êrîşên çalakiyên qadan ya li Qahîreyên dest pê kirin di saetên êvarê de jî li welat belav bûn. Li bajarên Giza, Îsmailiye, Asyut, Suveyş, Feyyum, Port Sait û Vadi Cedid êrîş û darbeya artêşê hat şemezarkirin û di navbera çalakger û polîsan de pevçûn derket.
Di encama êrîşa polîsan a li hemberî protestoyên bajarê Îsmaîliyê de 11 çalakger û 7 polîs mirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Di bajarê Suveyşê jî di encama pevçûnên derketin de 11 kes, li bajarê El Kardaka jî kesekî jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Asyut jî bi topên hawanê êrîşê qerekola polîsan kirin û li bajarê Mînye jî dêra Enba Musa dan ber agir.
Di pevçûnên êvarê de 23 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 300’î zêdetir kesî birîndar bû.
Li du qadên Qahîreyê ku êrîş pêk hat de du rojnamegeran jî jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane kameramanê Sky News Mîck Deane û ji Xpress jî Habîb Ahmed Abdulazîz bû.
Dipevçûnên li Qahîreyê de kongrol ketibû dest leşker-polîsan. Li qada ku protesto pêk hatin de li qada Rabîyatul Adeviyye 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
Serokê hikûmeta demborî ya bi piştgiriya artêşê hat ser peywirê Hazem Beblavî, diyar kir ku divê ewlehiya rêveberiyê bê girtin û mudaxale parast. Wezîrê Karê Hundir Muhammed Îbrahîm jî got di pevçûnan de 43 polîs mirine.
Li gorî hikûmetê 235, li gorî Birayên Musliman ji 2 hezarî zêdetir kes mirine û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşên bixwîn yên Qahîreyê hikûmetê mehekê rewşa awarte îlan kir û cigirê serokomarê Misirê Muhammed el Baradey îstîfa kir.
Di vê navberê de DYA, NY û YE’ê bertek nîşanê êrîşan dan.
DYA’yê êrîşa artêşa Misirê şemezar kir û banga lihevkirinê kir. Wezîrê Karê Derve John Kerry da zanîn ku cîhan bi fikar rewşa Misirê temaşe dike û got DYA ji bo riyeke aştiyene bibîne bi hemû aliyan re amadeye ku xebatê bimeşîne.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbuyî Ban Kî-moon jî êrîş şermezar kirin û got hêj der barê bûyeran de agahiyên zelal berhev nekirine û got di pevçûnan de bi sedan kes miriye û bi ehzaran jî birîndar bûne.
Berdevkê şefê polîtîkaya derveya ya Yekitiya Ewropayê Cahterîne Ashton, Mîhaell Mann jî axivî û got rewşa Misirê bi fikare û got şîdet tu çareseriyê nayne û divê li hev bikin.
Serokwezîrê Îngîlîstanê David Cameron jî got bi şîdetê tu tişt nayê çareserkirin û wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Guîdo Westerwelle jî got şerê duh dest pêkiriye gelek bi xetere.