Li Midyadê hovitiya cerdevanan: Bav û keç hatin kuştin
Li Midyadê Haydar Acar û keça wî Emîne Acar ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin.
Li Midyadê Haydar Acar û keça wî Emîne Acar ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin.
Li navçeya Midyad a Mêrdinê Haydar (63) û keça wî Emîne Acar (23) û Mehmet Vasîf Acar (41) dema ku li mala xwe ya li Rêya Otogar a Taxê ya Sanayî derdiketin ji derve gule lêhatin reşandin. Di cihê bûyerê de bav û keç jiyana xwe ji dest dan, Mehmet Vasîf ji bi giranî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku her du malbat ji cerdevan in û di navbera wan de nakoki hebû.
Têkildarî bûyerê lêpirsin hate destpêkirin, kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn û kesê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Midyadê.