Li Mersînê li dijî bazirganên narkotîkê çalakiya YDG-K

Li Mersînê li dijî bazirganên narkotîkê çalakiya YDG-K

"Lîwaya Tolhildanê ya Ş. Ozgur Ronî" ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) da xuyakirin ku wan li dijî bazirganên fûhûş û narkotîkê, êrişeke bombeyî lidar xistine. Hat gotin ku di pevçûnê de "bazirganek" birîndar bûye.

"Lîwaya Tolhildanê ya Ş. Ozgur Ronî" ya ser bi YDG-H da xuyakirin ku wan ji bo silavkirina damezrîna "Yekitiya Jinên Ciwan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-K) çalakiyek lidar xistine.

Lîwayê ragihand ku wan li taxa Guneykentê li Beyza Pîlînçê çalakiyeke bombeyî pêk anîne. Hat ragihandin ku li taxa Şevket Sumerê jî li hemberî sê malên bazirganên fûhûşt û narkotîkê, bi molotof û bombeya deng êriş pêk anîne.

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku ji ber bersivdayîna "bazirganên narkotîk û fûhûşê" ji bo demeke kin şer derketiye û di encama teqîna bombeya bi tup de "bazirganek" birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.