Li Mêrsînê ji bo gêrîla Ekîncî û Aydin mewlûd hat dayîn
Li Mêrsînê ji bo gêrîla Ekîncî û Aydin mewlûd hat dayîn
Li Mêrsînê ji bo gêrîla Ekîncî û Aydin mewlûd hat dayîn
Ji bo gêrîlayên PKK'ê Sabahat Ekîncî (Medya) û Cemal Aydin (Welat) ku di sala 1993'an de li navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Xizxêr (Şîrvan) ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabûn mewlûd hat dayîn.
Mewlud ji aliyê YAKAY-DER'ê li taxa Demîrtaş ya Toroslora Mêrsînê hat dayîn. Bi qasî 3 hezar kes tevlî mewludê bûn û ji Yumuktepe heta avahiya BDP'a Toroslarê meşiyan. Endamê MYK'a BDP'ê Ferhat Tarhan, endamên MP’a BDP'ê Cîhan Yilmaz û Cemîl Elden, hevseroka BDP'a Mêrsînê Heybet Geçkîn, şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, rêvebirên BDP'ê, melayên Kurd û gelek kes tevlî mewludê bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di meşê de bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe', 'Şehîd namirin', 'PKK gel e, gel li vir e', 'Jin, jiyan, azadî', 'Hikûmet gav bavêje' hatin qîrkirin.
Piştî xwendina mewludê ji bo kesên ku di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Şaredar M. Fazil Turk ji malbatan re sersaxî xwest û diyar kir ku, ev deskeftiyên ku gelê Kurd bi dest xistiye di encama îradeya Ocalan û kesên ku li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatine bi destxistin.
Hevseroka BDP'a Mêrsînê Heybet Geçkîn diyar kir ku êşa malbatan parve dike û wiha got: "Şehîdên me rûmet gelê me ne. Em bang li gelê kurd dikin ku li şehîdên xwe xwedî derkevin û tu caran wan ji bîr nekin. Ger Serokatiya me, tevgera me ya azadiyê, şehîdên me nebûna îro ne çand, ne ziman û ne jî di germahiya konekî wiha de em nehatin ligel hev. Riya wan riya me ye, bîranîna wan dê riya me ronî bike."
Malbatan ji ber tevlibûnê spasiyên xwe ji hemû kesî re kirin û piştî xwarinê mewlûd bi dawî bû.