Li Mersînê Hevşaredar Turk û bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Mersînê polîsên Tirk avêtin ser malan û di encamê de Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî di nav de bi dehan kes kirin binçavan.
Li Mersînê polîsên Tirk avêtin ser malan û di encamê de Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî di nav de bi dehan kes kirin binçavan.
Di serdegirtinên li Mersînê de Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Mehmet Altûntaş, û Aysel Sarikaya, Îsmaîl, Aslan, Sevînç Findik, Huseyîn Aydin, Mukerrem Poyraz, Fadil Çitil, îbrahîm Çakan, Erdal Omurtaş, Îbrahîm Palamût, Fatma Kocapinar, Azad Arslan, Kemal Garîpoglû, Saît Sari hatin binçavkirin. Fikar hene ku hejmara binçaviyan zêde dibe.
Li aliyê din, polîsên tevgera taybet ên Tirk avêtin ser gelek taxên Kurd lê dijîn. Di operasyonan de deriyên malan hatin şikandin û li gorî agahiyên baş nehatine zelalkirin, 53 kes hatine binçavkirin.
Navên çend ji kesên hatine binçavkirin, bi vî rengî ye: Ramazan Aslan, Gokhan Firat, Omer Aslan, Star Aslan, Metîn Aslan, Bayram Aslan, Îsmaîl Temîz, Denîz Aykanat, Onûr Temîz, Feryat Demîr û Cuneyt Demîr.