Li Mersînê berxwedana gelê Kurd belav dibe
Dikandarên li Mersînê ji bo girtina parlamenterên HDP’ê protesto bikin dikanên xwe venekirin.
Dikandarên li Mersînê ji bo girtina parlamenterên HDP’ê protesto bikin dikanên xwe venekirin.
Kurdistaniyên li Mersînê ji bo girtina 9 parlamenterên HDP’ê protesto bikin derabeyên dikanên xwe venekirin û jiyan sekinandin. Li taxên Şevket Sumer, Gûneş, Yenîpazar, Hal, Çay, Çelîk û Ozgûrlûk yên navçeya Akdenîz ya Mersînê dikandaran derabeyê dikanên xwe venekirin û li taxa Demîrtaş a navçeya Toraslarê jî dikan nehatin vekirin.
Her wiha danê sibehê operasyonên qirkirina siyasî li Tarsûsê dewam kirin. Gelê Kurd li dijî hemû êrîşan dîsa derabeyên dikanê xwe venekirin û jiyan sekinand.