Li Mêrsînê 7 kesên din jî hatin binçavkirin

Li Mêrsînê 7 kesên din jî hatin binçavkirin

Li Mêrsînê di çarçoveya operasyona ku roja borî li dijî wesayîta polîsan ya dewriyeyê digeriya êrîşa çekdarî pêkhat destpê kir, 7 kesên din jî hatin binçavkirin.

Roja borî li Taxa Alsancak ya navçeya Toroslar ya Mêrsînê li dijî wesayîta polîsan ya dewriyeyê digeriya bi çeka nêçîrê êrîş pêkhat, piştî êrîşê li Taxên Demîrtaş, Alsancak û Turunçlu di ser malan de girtin û 7 kesên din jî binçavkirin. Navê kesên hatine binçavkirin nehat hînbûn û hate zanîn ku, kesên hatine binçavkirin birine Şaxa TEM ya Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê.

Di serdegirtinên malan yên taxa Turunçlu de jî kesên binavê P.E (17) û Cengîz Soner (28) hatibûn binçavkirin.