Li Mêrsînê 6 zarokên Kurd bi îdîaya "tevlî çalakiyên ne qanûn bûne" hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan şevê din li taxa Kurdalî ya navçeya Toroslerê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de zarokên bi navê F.U, M.Z, M.A, Ş.D, H.A. û D.D hatin binçavkirin. Hate zanîn ku zarok bi îdîaya "tevlî çalakiyên ne qanûnî bûne" hatin binçavkirin. Tê payin ku zarokên hatin binçavkirin bibin dadgehê.