Li Mersîn û Mereşê sê kes hatin destgîrkirin

Hêzên dewleta Tirk li Mersîn û Mereşê di serdegirtina malan de sê kes destgîr kirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mereşê ve tê birêvebirin li Mersînê leşker û polîsan avêtin ser gelek deveran.

Di serdegirtinê de li navçeya Toroslar a Mersînê Tûba Salman û li navçeya Tarsûsê jî rêveberê berê yê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER) Cengîz Dere hatin destgîrkirin.

Şandina pereyan ji bo girtîgehê weke hincet ji destgîrkirina herdu kesan hate nîşandan. Li gorî agahiyan wê herduyan jî bibin Mereşê.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Mereşê jî di serdegirtina malekê de kesekî ku navê wî nehat zanîn hate destgîrkirin.