Li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin
Li Mêrdînê Wekîlê Serokê Şeredarê berê yê Dêrikê Dogan Ozbahçecî jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Ahmet Yapici yê ku duh li Dêrikê hat binçavkirin hat girtin.

Li navçeya Artûklû ya navenda Mêrdînê Wekîlê Serokê Şaredariya Dêrikê yê berê Dogan Ozbahçecî, xebatkarê Şeredariya Dêrikê Alaattîn Ecer, Seydoş Ozbahçecî û Abdullah Ataklî hatin binçavkirin. 4 welatiyên ku sedema girtina wan nehatin zanîn li Midûriyeta Emniyeta Mêrdînê tên ragirtin.
Ahmet Yapici yê ku duh li Dêrikê di serdegirtina malan de hat binçavkirin jî bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hat girtin, birin Girtigeha Girtî ya Tipa E.