Li Meletiyê polîsan êrîşî kedkarê civakî yê ku ji 5’ê Çileyê ve bi gotina “Ez karê xwe keda xwe dixwazim” ku 120 roj in ji bo dengê xwe bigihîne her kesê, kirin, cara 105’emîn hate binçavkirin.
Li gorî nûçeya di Evrenselê de, 4 kedkarên civakî yên endamên KESK’ê ku bi gotina “Em karê xwe, keda xwe û xwendekarên xwe dixwazin” ku 120 roj in di çalakiyê dene, diyar kirin ku wê di roja 120’an de, navber bidin çalakiya xwe, destnîşan kirin ku ji bo piştgiriyê bidin Nûriye Gulme û Semîh Ozakça wê li ser Rêya Yuksel a Enqereyê beşdarî çalakiyê bibin.
Di çalakiyê de kekdarê perwerdehiyê Erdogan Canpolat got:”Em kedkarên civakî yên demokrat û şoreşger bi BHQ’ê yên 29’ê Cotmehê de ji kar hatine dûrxistinin. Ji 5’ê Çileyê û vir ve li vir di çalakiya rûniştinê de ne. Îro roja 120’emîn e, îro em dawî li çalakiya xwe naînin, lê ji bo em çalakiya xwe veguhezin Yukselê em li vir dawî li çalakiya xwe tînin. Di 120 rojan de, 104 caran hatin binçavkirin, bi dehan car bi cezayê pere hatin cezakirin. Îro li vir berxwedana greva birçîbûnê ya 97 rojan a Nûriye û Semîh heye. Piştî 75 rojan bi awayekî bêhiqûqî û bi komloyekê hevalên me hatin girtin. Em li vir çalakiya xwe ji bo demekî kurt bi dawî dikin, piştre jî em ê bi çin ser rêya Yukselê, çalakiya xwe piştî vir em ê li wir bidomînin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê polîsan mamosta Erdogan Conpolat û kedkarê tenduristiyê Cengîz Ûgûrlû bi erdê ve kaş kirin û cara 105’an hatin binçavkirin.
Li gel mamosta Erdogan Canpolat, Ozkan Karataş û Ûmût Sertaç Ozdemîr, endamê tenduristiyê Cengîz Ûgûrlû, di çalakiyên li Qada Kedkaran bi giştî 105 caran hatin binçavkirin û 277 TL cezayê pere lê hatin birîn û piştre jî hatin berdan. Bi giştî pereyê li kedkaran hatî birîn 25. 000 TL derbas kir.