Li Meletiyê ciwanên tevli çalakiyê Gezî bû hedef tên girtin

Li Meletiyê ciwanên tevli çalakiyê Gezî bû hedef tên girtin

Ciwanê bi armaca piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Gezî  çalakî pêk anîn, bi hinceta  kontrola nasnameyan ciwan dan sekinandin û bi şertê ku agahiya nasnameyên wan bigire hedef girtine.

Li Meletiyê bi armanca piştgiriya berxwedana Parqa Geziyê her şev saet di 21.00’an li ber PTT’a Paşakoşku çalakî pêk hat. Girseya li vir kom bû, dirûşme berzkirin û stran û sirûd gotin. Li vir polîsan girse tacîz kir.

Polîsan xwest endamê Ciwanên Kedkar nasnameyê wan bigere. Ciwanan j îli ser vê yekê îtîraz kir, gengeşî derket. Polîsan ciwan tehdît kir û ciwan kontrol kirin.

Ligel tehdîtê polîsan ciwanan heta saet 21.00’an çalakiya xwe berdewam kirin û govend gerandin.

Piştî çalakiyê Cemal Ozbey, Kemal Korkmaz, Zeynal Balaban, Cemal Bayalkan Aydogan li qada Emeksiz hatin rawestandin.

Ciwanan ji ANF’ê re axivî û gotin polîsan diyar kirin ku piştî ev çalakî bi dawî bûn dê ew bibînin.