Li Mekkeyê şewat
Li Mekkeya ku ji bo cîhana Mislimanan cihekî pîroz e, ji ber şewata di otelekê de derket bi hezaran hecî hatin tehliyekirin.

Li gor daxuyaniya Saziya Parastinê ya Siûdî Erebîstanê, bi şev di şewata ku otelekê de rû da du hecî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku şewat di avahiya ku heciyên ji welatên Asya hatine derketiye. Parastina Sivîl agahî neda bê ev hecî ji kîjan welatî ne.
Hat diyarkirin ku hezar û 28 kes ji otela 11 qatî hatine tehliyekirin.
Der barê sedema şewatê de ti detay nehatin dayîn.
Ev bûyer piştî 11’ê Îlonê roja Înê, dema ku wesayîta vîncê bi ser heciyan li Mescîd-î Haramê ket, pêk hat.
Di bûyerê de herî kêm 107 kes mirin, 400 jî birîndar bûn.
Li gor rayedarên Siûdî, ji welatên biyanî nêzî 1,24 mîlyon kes îsal hatin Mekkeyê ji bo bibin hecî.
Li Mekkeyê di sala 2006’an de îzdîhamek çêbibû, di vir de jî nêzî 350 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.