Li Marsîlyayê nobeda bêdawî ya li dijî tecrîdê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya walîtiyê nobeda bêdawî destpê kir.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya walîtiyê nobeda bêdawî destpê kir.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê û Meclîsa Gel a Marîgnane ve tê lidarxistin. Çalakger ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hucreyek çêkirin.
Li sê aliyên hucreyê pankartên bi nivîsên li ser fikarên ji ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên kirin, hatin daliqandin.
Li ser maseyek li nava hucreyê jî pirtûkên Ocalan hatin bicihkirin. Qada çalakiyê her wiha bi alên PKK, dowîz û afîşan hat xemilandin.
Di çalakiyê de li ser mijarê belavok jî tên belavkirin.