Li Marsîlyayê Namzetê NPA serdana NCKD’ê kir
Namzetê Serokkomariyê yê NPA Poutou, serdana NCKD’ê kir.
Namzetê Serokkomariyê yê NPA Poutou, serdana NCKD’ê kir.
Ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2017’an wê li Fransayê pêk werin, Namzetê Partiya Antîkapîtalîstên Nû (NPA) Philippe Poutou, bi heyetekê re çû serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD).
Di hevdîtinê de rojevên Fransa û Kurdistanê hatin axaftin.
Poutou, têkîldarî bûyerên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê agahî wergirtin, diyar kir ku ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorî’ bê derxistin wê bikeve nav hewldanan.