Li Marsîlyayê jinên Kurd panela 25’ê Mijdarê lidar xist
Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a li Marsîlyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk panelek lidar xist.
Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a li Marsîlyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk panelek lidar xist.
Endama TJK-E’yê Zeynep Dêrsim beşdarî panela li Marsîlyayê bû û diyar kir ku bi têkoşîn û berxwedana jinan guhertin û veguhertina civakî pêk hatiye.
Zeynep Dêrsim got, “Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ a ku bi berxwedana tevgera jinên Kurd bilind bûye, hîna jî dibe gerdûnî.”
Zeynep Dêrsim destnîşan kir ku ew hewl didin paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê jinê de belav bikin û got: “Divê ev sîstema koletiyê ya ku li jinê tê ferzkirin, divê ji hemû têkîliyên civakî were avêtin.”
Zeynep Dêrsim diyar kir ku jin, mêr û civak li ser bingeha civakê dikare were guhertin û got: “Azadiya jinê, neynika civaka Kurd e.”
Zeynep Dêrsim anî ziman ku divê li dijî her cure şîdetê têkoşîn were kirin û wiha got: “Qanûnên ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin, di cewherê xwe de ne jinan, lê mêran diparêze. Lewma divê em sîstema xwe ya alternatîf bi asta hem zihniyet, hem sîstem û hem jî parastina cewherî biafirînin.”
Panelê bi pirs û nirxandinên beşdaran dewam kir.