Li Marsîlyayê ji bo boykot kirina turîzma Tirk stand hat vekirin

Li Marsîlyayê bi armanca protestokirina turîzma Tirk û berhemên wê ji aliyê Meclîsa Jin a Arîn Mîrkan ve stand hat vekirin.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê ji aliyê Meclîsa Jin a Arîn Mîrkan ve ji bo piştgirî bidin Efrîn û turîzma Tirk li gel berhemên wê boykot bikin stand hat vekirin. Di standa li qada Marsîlya Vîeur Port de pankartên “Terorîst Erdogan, ji Efrînê bi cehinime”, “Terorîst Erdogan, hevkar Ewropa” û wêneyên sivîlên li Efrînê jiyana xwe ji dest dayî hatin vekirin. Di çalakiya navbera saet 14.00 û 17.00’an de hatî kirin de gelek belavok hatin belav kirin. Meclîsa Jin a Arîn Mîrkan a diyar kirin ku wê her Înê stand vebikin, bang li her kesî kir ku ji bo bertek nîşanî dagirkeriya Efrînê bidin, turîzma Tirk û berhemên wê boykot bikin. Di daxuyaniya hatî kirin de bang hat kirin ku roja Yekşem di saet 13.00’an de tevlî meşa li qada Canebîere bê lidarxistin bibin.