Li Marsîlyayê 25 sazî dê ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê bimeşin

Li Marsîlyayê 25 sazî dê ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê bimeşin

Li bajarê Marsîlya ya li Başûrê Fransayê 25 sazî di yekemîn meha Qetliyama Parîsê de wê ji bo her sê şoreşgerên kurd ên jin slogana “Ji cinayetên siyasî re na, bila berpisyar bên diyarkirin” dê meşek bê lidarxistin.

Li Marsilyayê dê ji bo yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9’ê çileyî li Paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin dê ji bo bibîranînê meşek mezin were lidarxistin. Meş saziyên jinan, partiyên siyasî, saziyên Mafê Mirovan û rêxistinên Fransî jî di nav de wê ji aliyê 25 saziyan ve were lidarxistin.

25 saziyan di daxuyaniya xwe de banga tevlibûnê kirin û ev tişt diyar kirin: “Ji bo li Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan bê rawestandin û mafên kurdan yên bingehîn bên qebûlkirin, her wiha ji bo ronîkirina Qetliyama Parîsê û cînayetên siyasî yên din jî em dixwazin, tetikkêş û kesên ev kiryar daye kirin bên cezakirin. Ji bo bibiryarbûna meşandina têkoşîna her sê jinan kurd ji bo doza mirovahiyê têkoşîn dimeşandin em hemû kesî di 9’ê sibatê de saet di 14.00’an de gazî Qada Canabîere dikin.” Meş dê ji Qada Canabîereyê dest pê bike û heta ber Lîmana Vîeux Portê wê bidome.

Di vê navberê de Meclîsa Gel ya Kurdistanê ya Başûrê Fransayê jî ji bo tevlibûnê bang li hemû kurdistaniyan kir û hat xwestin ku her kes tevli meşê bibe. Dîsa Navenda Çandê ya Elewiyan jî bi heman rengî bang kir û ji elewiyan xwest ku ew jî tevli meşê bibin.

Saziyên ku dê tevli meşê bibin ev in:

Arcadîe Aubagne, AFASPA (Komeleya Piştgiriya Gelên Efrîqayê) Solîdarîte & Lîberte (Piştgirî û Azadî), Assocîatîon ZARI (Komelaya Gelê Berberî), Partiya Komînîst ya Fransayê, MRAP 13 (Tevgera Biratiya Gelana ya li hemberî nijadperestiyê) Komelaya Yekitiya Cuhuyan ya Ji Bo Aştiyê (Unîon Juîve Francaîse pour la Paîx )

L.D.H. 13 (Lîga Mafên Mirovan ya Herema 13’min), Navenda Çandê ya Elewiyan., Paritiya Dijkapîtalîsta ya Nû (NPA 13) Partiya Oksîtan (Partit Occitan), Tevgera Aştiyê ya Herema 13’emîn (Mouvement de la Paix 13), Kollektîfa Piştgiriya Mexrebê (Collectîf Solîdarîte Maghreb), Navenda Çandê ya Mezopotamya, Jeunes Communîstes 13 (Ciwanên Komînîst yên Herema 13’emîn), Enstutiya Ermeniyan ya Fransayê (Instîtut Armenîen de France) , Aîx Solîdarîte, Le Lîvre de Ruth Ensues-la-Redonne, Partî de Gauche 13 (Partiya Çepgir ya Herema 13’emîn) Coordînatîon Natîionale Solîdarîte Kurdîstan (CNSK – Koordînasyona Piştgiriya Navnetewî ya Bi Kurdistanê re) L'Appel des Cent Aubagne, Gauche Anticapitaliste (Çepa Dijkapîtalîst), Marche Mondiale des Femmes 13 PACA (Meşa Jinan ya Cîhanê ya Herema 13’emîn), Collectif 13 Droits des Femmes (Kolletîfa Jinan a Herema 13’emîn), Centre Evolutif Lilith (Navenda Pêşveçûnê ya CEL-Lîlîthê)