Li Marsîlya semînera Kobanê
Li Marsîlya semînera Kobanê
Li Marsîlya semînera Kobanê
Li bajarê Marsîlya yê Fransa bi armanca piştevaniya bi Kobanê re semînerek hat lidarxistin. Di semînera ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Marsîlya û Partiya Komunîst a Fransiz (PCF) ve hat lidaxistin, li şanoya herî girîng a Marsîlya Toursky pêk hat.
Di semînerê de wek axaftvan Berpirsiyara Pêwendiyên Derve ya Navneteweyî ya PCF Lydîa Samarbakhsh û ji Navenda Demokratîk a Kurd Salih Soylemez beşdar bûn.
Lydîa Samarbakhsh got ku çûye sînorê Kobanê ji berxwedanê re şahidî kiriye û wiha axivî: “Kobanê li ser navê mirovatiyê li ber xwe dide.”
Samarbakhsh diyar kir pêwîst e piştevaniya bi Rojava re bi gavên berbiçav bidome û got ku hesabên bankayan ên Heyva Sor a Kurdistanê dane endamên xwe.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd jî Salih Soylemez anî ziman ku hêza herî mezin a li pişt DAIŞ’ê dewleta Tirk e. Soylemez got ku tevî hemû êrîşan jî Kobanê neket û wiha dewam kir, “Li Kobanê serketin nêz e.”
Di semînerê de wêneyên wênekêşê Fransî Yann Renoult ê li Rojava kişandine hatin nîşandan.