Li Mantes la Jolîeyê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Mantes La Jolîe yê Fransayê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate protesto kirin.
Li bajarê Mantes La Jolîe yê Fransayê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate protesto kirin.
Çalakî dibin pêşengtiya endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad ve li ber gara Poîssy hate li dar xistin. Gel bi dirûşmeya 'Kujer Erdogan' û pankarta 'Serî Hilde' meşiyan.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û meş heya pêşiya şaredariyê dom kir.
Li vir axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bang li Kurdistaniyan hate kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi ser Kurdistanê her roj çalakiyan li dar bixin.