Li Mannheîmê ji bo Demîrtaş daxuyaniya çepemeniyê

Li bajarê Manneheîm ê Elmayayê,  ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş çalakiyek hate lidarxstin.

Li ser bang HDK Mannheîm, saet 18:00’an li pêşiya HBF Mannheîm ji bo şermezarkirina daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş, daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn.

Hevberdevkê HDK’ê Mehmet Yeman di çalakiyê de daxuyaniyek da û gotina terorîst a ji bo Demîtaş hatî bikaranîn şermezar kir û diyarkir ku Demîrtaş parlemetereke û nûnerê partiyekî 6 milyonane, her wiha welatiyekî şoreşger û leheng ê Kurd e. Yeman got: “Yê terorîst Erdogan û hemû teşkîlata wî ye.”

Di çalakiyê de peyemên piştgiriyê ji bo Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen a ku  di roja 126’an a greva birçîbûnê de ye hate dayîn.

Di çalakiyê de tim dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “ Faşîst Erdogan” hatin berzkirin.