Li Mannheîmê bîranîna şehîdan

Li Manneheîmê YPG û YPJ’yî û 17’ên li Dersimê hatin bibîranîn.

Di şexsê şervanên YPG-YPJ’ê Hêlîn Bagok û Sabir Cûdî de hemû şehîdên azadiyê li Mahhheîm-Ludwîgshafenê yê Elmanya hatin bibîranîn.

Di bîranînê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) pêk hatî, şehîdên MKP Dersimê ku bi rengê 17’an têne zanîn hatin bibîranîn.

Di bernameyê de ku ji hêla NCKD û ADHK’ê ve hatibû organîzekirin malbat axivîn.

Li ser navê KOMAW’ê hate gotin, ‘em li mîrateya şehîdan xwedî derbikevin’. Peyamên ADHK’ê û MKP’ê jî hatin xwendin.

 Li ser navê NCKD’ê Hevserok Cano Yilmaz axivî, Yilmaz hemû şehîd bi bîr anîn û got: ‘’Em xwe li felsefeya Rêber Apo bipêçin û li şehîdên xwe xwedî derbikevin. Îdeolojiya Rêber Apo ji bo hemû gelên Kurdistanê, ji bo hemû baweriyan e, bê cihêtî em ê Kurdistana xweser ava bikin.’’