Li Mannheîmê bîranîna qurbaniyên Parîsê
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, komkujiya di 13'ê Mijdarê de li Parîsê pêk hat, hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, komkujiya di 13'ê Mijdarê de li Parîsê pêk hat, hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, komkujiya di 13'ê Mijdarê de li Parîsê pêk hat, hat şermezarkirin. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li ber HBF a Mannheîmê find vêxistin û DAIŞ protesto kirin.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de belavoka Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li ser mijarê, bi zimanê Elmanî hat xwendin û Elmanan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Her kesî find û qurnefîlek danîn û ji bo bîranîna mirovên li Parîsê jiyana xwe ji dest dan, bi bêdengî nobed girtin.