Li Mannheîmê AKP, li Londonê jî Ahmet Hakan hatin protestokirin

Ciwanên Kurd ên li Mannheîmê, li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê standa agahdarkirinê vekirin. Li paytexta Îngilistan Londonê jî paneleke ku Rojnameger Ahmet Hakan tevlî bibû protesto kirin.

Ciwanên Kurd ên li Mannheîmê, li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê standa agahdarkirinê vekirin. Li paytexta Îngilistan Londonê jî paneleke ku Rojnameger Ahmet Hakan tevlî bibû protesto kirin.

MANNHEIM

Endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li hev kom bûn, li dijî êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên AKP/Qesrê li Kurdistanê pêş dixin, li ber stasyona navendî ji bo 2 rojan standa agahdarkirinê vekirin. Di roja yekem a standa saet 15.00’an hate vekirin de bi sedan belavok hatin belavkirin, bi gel re hate axaftin.

LONDON

Ciwanên Kurd ên li paytexta Îngilistan Londonê jî paneleke ku Rojnameger Ahmet Hakan ê sûcên AKP’ê dişopîne protesto kirin.

Ciwan, tevlî panela Hakan a li parlamentoyê bûn, daxuyanî dan ku ji PKK’ê re gotina “rêxistina terorê” tê wateya “êrîşa li ser gelê Kurd”. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan Hevkar Ahmet Hakan”, “PKK Îradeya Gelê Kurd E” ji salonê veqetiyan.

 

...