Li Mannheim û Paviayê çalakiyên ji bo Efrînê

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê û bajarê Pavia yê Îtalyayê, ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin.

Mîtînga li Mannheimê li ber gara trenê saet 17:30'î dest pê kir. Di mîtîngê de dagirkeriya Tirk û hevkariya hikumeta Elman a bi sûcê rejîma Erdoğan re hatin şermezarkirin.

Bi navê Platforma Êdî Bes e, NAV-DEM, YNK û ATÎK'ê di mîtîngê de axaftin hate kirin. Di çalakiyê de belavokeke bi zimanê Elmanî hate xwendin û wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin hatin hildan.

Li bajarê Pavia yê Îtalyayê, ji bo Efrînê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bijî YPG/YPJ, kujer Erdoğan, li ber xwe bide Efrîn" li kolaneke qelebalix a bajêr hat daliqandin. Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin.