Li Manîsayê 700 leşker bi jehrê ketin
Li Manîsayê 700 leşker bi jehrê ketin
Li Manîsayê 700 leşker bi jehrê ketin
Li navçeya Manîsa Kirkagaçê, 700 leşkerên piştî xwarina êvarê bêhal ketin, rakirin nexweşxaneyê.
Li yekîneya xam a 6. Fermandariya Alaya Perwerdeyê ya Jendermeyan a Kirkagaçê, piştî xwarina êvarê leşkeran ji ber dilxelîn, verişîn, êşa li mîdê û tansiyona zêde, serî li nexweşxaneyan dan.
700 leşkerên ku rakirin nexweşxaneyên Soma û nexweşxaneya dewletê ya Akhîsarê di bin kontrola doktoran de derbas bûn ji wan300 leşker hîna di bin tedawiyê de ne.
Tê payîn leşker ji ber xwarinê bi jehrê ketine û tê gotin, dibe ku hejmara leşkerên jehrîbûne ya li alaya ji 5 hezar leşkerî, zêdetir bibe.