Li Malagel ‘Sifreya Ser Rûyê Erdê’ hat danîn

Li Malagel ‘Sifreya Ser Rûyê Erdê’ hat danîn

Ji aliyê Mislimanên Anitîkapîtalîst ji bo fitarê li Malacem a Sarigazî “Sifreya Ser Rûyê Erdê” hat danîn.

“Sifreya Ser Rûyê Erdê” ya ji bo fitarê ji aliyê Mislimanên Antîkapîtalîst û Mislimanên Şoreşger ku di Meha Remezanê de her şev li cihekî cuda tê danîn vê carê jî li Malagel a Sarigazî hat danîn. Di fitara ku koma alîgirên Beşîktaş jî beşdar bibûn de hemwelatiyan bi xwarinên ji malên xwe anîn fitara xwe vekirin. Di nav hemwelatiyên ku di sifreya li baxçeyê Malagel fitara xwe vekirin de Nivîskar Îhsan Elîaçik û Pîrê Malagel jî cîhê xwe girtin. Piştî fitarê cema roja Pêncşemê pêk hat.