Li Lyon êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi girseyê hatin protestokirin

Li bajarê Lyon ê Fransa, êrîşên AKP’ê yên li Cizîrê bi mîtîngekê hatin protestokirin. Mîtîngeke ku Komeleya Çandê ya Mezopotamya ya Lyon û Navenda Çandê ya Elewiyan a Lyon organîzekirin pêk hat.

Li bajarê Lyon ê Fransa, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi mîtîngekê hatin protestokirin. Mîtîngeke ku Komeleya Çandê ya Mezopotamya ya Lyon û Navenda Çandê ya Elewiyan a Lyon organîzekirin pêk hat.

Di axaftinên mîtîngê de hat gotin ku Cizîr 9 roj in li ber xwe dide û banga xwedîderketina li vê berxwedanê hat kirin.

Di axaftinan de hat gotin timî li hember Kurdan û Elewiyan komkujî pêk tên û wiha hat gotin: “Ji niha û pê ve pêwîst e em bi hev re li hember komkujiyên wiha derkevin.”

Di tevahiya çalakiyê de belavok hatin belavkirin. 

...