Li Lûzernê panela Rojava
Li Lûzernê panela Rojava
Li Lûzernê panela Rojava
Li bajarê Swîsre Lûzernê, di panela ji aliyê Komîteya Piştevaniya Rojava ve hat lidarxistin, nûnerê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Zuhat Kobanê tevî Feleknas Ûca der heqê Rojava û Kobanê de agahî da beşdaran.
Di panela li Lûzernê de mafê destpêkê yê axaftinê Zuhat Kobanê wergirt û şerê li Rojava weke şerê di navbera du sîstemên cuda de pênase kir. Kobanê da xuyakirin, ku ev şerê di navbera konfederalîzma demokratîk û sîstema statukoparêz a paşverû, neçare were qezençkirin û destnîşan kir ku modela Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû rizgarî ye, ji bo tevgerên şoreşger û sosyalîst ên li cîhanê jî çavkaniya îlhamê ye.
Feleknas Ûca jî da xuyakirin ku şerekî hovane li holê heye ku di encamê de bi mîlyonan mirovên li Sûriyeyê bê stargeh mane, zêdeyî du sed hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku li gel vê rewşê jî Kurdan li Rojava modeleke nû ya xwebirêvebirinê ava kirine, lê bûne hedefa êrîşan. Ûca çavdêriyên xwe yên li Şengal û Bakurê Kurdistanê parve kir û bal kişand ser girîngiya piştgirîdayîna koçberan.
Panel bi banga alîkariyê bi dawî bû.