Li Lorientê meşa edaletê
Li Lorientê meşa edaletê
Li Lorientê meşa edaletê
Li herêma Rennes a Franseyê li bajarê Lorientê komkujiya 9’ê çileyê li paytexta Franse Parîsê pêk hat û di encamê de ji kadroyên damezrêner ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, têde jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hate protestokirin û hate xwestin ku berpirs bên aşkerekirin.
Bi sedan Kurdistanî ji bajarê Lorientê û bajarên derdorê tevlî meşê bûn. Çalakger derdora saet di 16.00’an de li ber Eglise Kerentrechê li hev civiyan û ji bo şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dest bi meşê kirin.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û KJB’ê hatin hildan û pankartên derbarê komkujiya li Parîsê de hilgirtin. Di meşê de belavokên bi Fransî hatin belavkirin. Meşa bêdeng di kolanên qelebalix ên bajêr de pêk hat û heta ber Walitiyê berdewam kir.
Di daxuyaniya li ber Walitiyê hate dayin de komkujî bi tundî hate şermezarkirin û hate xwestin ku berpirsên komkujiyê di demeke zû de bêne aşkerekirin.
daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşimên “Şehdî Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.