Li Londonê eleqeyeke zêde li çalakiya kondanînê
Çalakiya kondanînê ku bi mebesta daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 10 rojan, li hin paytaxtên Ewropayê hatibû lidarxistin, li Londonê eleqeyeke zêde heye.

Bi çalakiya kondanînê ku destpêka kampanyaya mezin a ku wê di nav çarçoveya rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dijî şer were birêvebirin, tê armanckirin ku li bajarên Ewropayê hesasiyetek were çêkirin.
Çalakiya kondanînê ku pêşî li Woodgreenê Londonê, li cihê ku bi piranî Kurd û Tirk lê dijîn destpê kirî, îro kon hate veguhezî meydana Trafalgara bi nav û deng a li navenda Londonê. Çalakiya ku bi taybetî bi kêferateke zêde ya ciwanan geş bûyî û bi awayekî baş agahdariya çalakiyê hate kirin, eleqeyeke baş çêbû.
Danezanên ku bi Îngilizî hatibûn çapkirin û civatên yekayek hatin kirin bû sedem ku hesasiyet zêde bibe. Navenda Civaka Kurd û Ciwanên Azad eşkere kirin ku ew ê çalakiya konê UK’ê bi çalakiyeke mezin bidawî bikin. Çalakiya ku wê heya dawiya mehê bidome, her roj wê li devereke dîtir a Londonê pêk were.