Li Londonê bi hezaran kesî daxwaza darizandina Erdogan kirin

Bi hezaran kesên li Londonê li hev kom bûn hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan û ji ber sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye xwestin ku Serokkomarê Tirk Erdogan bê darizandin.

Bi hezaran kesên Yekşemê li ber avahiya BBC a li Londonê li hev kom bûn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din şermezar kirin.

Tevî endamên "Boycott Turkey" û "Tevgera Ciwanên Şoreşger" Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn û pankarta bi nivîsa "Komkujî û dagirkeriyê rawestînin, Erdogan ku sûcdarê şer e bila bê darizandin" hate hildan.

Ji bo boykotkirina Tirkiyeyê jî bi hezaran belavok di çalakiyê de hatin belavkirin.

Çalakger piştre ber bi avahiya Parlamentê ve meşiyan. Di meşê de ku li rêya Oxford Streetê pêk hat, bala Îngilizan kişand û wan jî bi çepikan piştevaniya çalakgeran kirin.

Piştî meşê mîtîngek pêk hat. Qisekeran bi bîr xistin ku rejîma Erdogan li Rojava sûcên şer dike, çekên fosfor û bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

Hate destnîşankirin ku li dijî mirovahiyê û şer sûc hatiye kirin û hate xwestin ku Erdogan li Dadgeha Sûcên Şer bê darizandin û li Rojava jî ji bo ewlekariya şêniyên herêmê Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî tevbigere.