Li Lîmassolê bîranîna 14'ê Tîrmehê

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarê Lîmassol ê Qibrisê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, di salvegera 38'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê çalakiyeke bîranînê li dar xist.

Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir malbatên şehîdan, endamên Komîsyona Jinê û ji çar parçeyên Kurdistanê gelek kes tevlî bûn.

Qada civîna bîranînê bi wêneyên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, alên PKK, YPG, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin û dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Berdevka Komîsyona Jinê Fatma Jîrkî bernameya bîranînê pêşkêş kir û destpêkê sînevîzyonek li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê hate nîşandan.

Piştre axaftin hate kirin û hate ragihandin ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li dijî faşîzm, komkujî, êşkence, zext û zordariyê bûn îradeya bi milyonan mirovî û piştre veguherîn bahozeke azadiyê ya bi heybet ku li Rojhilata Navîn belav bû.

Di civîna bîranînê de Kasim Engîn, Diyar Xerîb û Mazlûm Tekdag jî hatin bîranîn û li ser wan sînevîzyon hate nîşandan.