Li Licê terora dewletê: 4 kes hatin destgîrkirin

Leşkerên Tirk li navçeya Licê ya Amedê, li du taxan bi ser malan de girt û 4 kes destgîr kirin.

Leşkerên Tirk  bi ser gundê Çelê Elika û Spênî yê Liceyê de girtin û 4 kes, ku di nav de bavê Şaredara Karazê Rojda Nazlier jî heye destgîr kirin.
 
Leşkeran vê spedeyê bi ser gundê Çemê Elîka û Spênî yê navçeya Licê ya Amedê de girtin û 4 kes destgîr kirin. Leşkeran li Gundê Çemê Elika Ferman Nergiz û Harun Oyunlu, li Gundê Spênî yê navçeya Licê jî bavê Hevşaredarê Karazê Rojda Nazlire Adem Nazlıer destgîr kirin. 4 kesên hatin destgîrkirin birin Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê.