Li Licê girtiyan xwest bedana xwe bidin ber agir
Li Licê girtiyan xwest bedana xwe bidin ber agir
Li Licê girtiyan xwest bedana xwe bidin ber agir
Li girtîgeha navçeya Licê ya Amedê di hevditina vekirî ya ku bi destura serdozgeriyê pêk hat de, cendermeyan bi hinceta lêgerînê ket koxuşan û li ser vê yekê girtiyan serî hilda.
Dema malbatên hatibûn serdana girtiyan, cenderme ketin koxuşan û li ser vê yekê girtiyên edlî bertek nîşan da û serî hildan. Girtîgeha ku 83 kes lê girtîne, beşe malbatan ji hundir hatin derxistin û girtiyan li dijî pêkanînên ku li ser wan pêk hatin, kolaya li ser xwe û nivînên xwe rijandin û xwestin xwe bişewitînin.
Piştî bûyer hate bihistin qeymeqamê navçeyê, serdozgeriya komarê, cender û rayedarên polîsan hatin girtîgehê. Hate hînbûn ku leşker di hundirê girtîgehê de ne û hevdîtinên bi girtiyan re hêj didome.