Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi Spanî hat tercûmekirin, li Latîn Amerîkayê tê nasandin. Endamê KNK'ê Mahmût Çolak Zerdeştî diyar kir, eleqeyeke mezin ji bo Ocalan heye.
ALÎ GULER
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 1 pûşperê 2016, 08:22
Zerdeştî da xuyakirin, ku civînên danasîna pirtûkê li gelemperiya parzemînê dewam dikin û li ser van civînan ji ANF'ê re axivî.
'PARADÎGMAYA OCALAN JI BO DEMOKRASIYA GLOBAL GIRÎNG E'
Zerdeştî diyar kir, ji ber girîngiya paradîgmaya Ocalan ji bo demokrasiya global, divê bi hemû gelên cîhanê were nasandin û got, "Di serî de li Rojhilata Navîn, pêwîstiya bi vê paradîgmayê li gelek welatên cîhanê zêde dibe. Bergê yekemîn ê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a em didin naskirin, li welatên Latîn Amerîka û di nava tevgerên pêşverû de eleqeyeke mezin dibîne. Li gelemperiya cîhanê zêdeyî 500 mîlyon kes bi zimanê Spanî daxivin. Lewma tercûmekirina pirtûkê bi vî zimanî girîng e. Di heman demê de kevneşopiya şoreşgerî û tevgerên şoreşgerî yên civakî yên li Latîn Amerîkayê, di asteke bilind de eleqeyê nîşanî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin. Weke paradîgmayeke ku dikare rewşa xitimandî ya tevgerên civakî û tevgera şoreşgerî çareser bike, tê dîtin. Heman piştî tercûmekirina pirsgirêkê, li vê parzemînê semîner û konferans hatin lidarxistin. Ev yek ji bo danasînê gelekî girîng bû."
ELEQEYA JI BO CIVÎNÊN DANÎNÊ
Endamê KNK'ê Mahmût Çolak Zerdeştî ragihand, ku wan heta niha civînên danasînê li bajarên Bûenos Aîres Rosaîro, Santa Rosa (La Pampa), Mar del Plata, La Plata û Cordoba yên Arjantînê, li paytexta Ûrûgûayê Montevîdeo, li paytexta Paragûayê Asûncîon û li bajarê Brezîlya Porto Algere pêk anîne.
Zerdeştî da xuyakirin, eleqeyeke mezin ji danasîna parêznameyê heye û got, "Rexne, pêşniyar û nêrînên kesên xwendine, hêdî hêdî digihêjin ber destê me. Eleqeya ji bo paradîgmayê, di danasîna pirtûkê de bi zelalî xuya dike. Ji ber ku ji bo vê parzemînê jî di parêznameyê de perspektîfên girîng hene, nîqaş li ser tê kirin. Ji gelek deveran tê xwestin, danasîna pirtûkê were kirin. Her devera ku em diçin, rojname, kovar, televîzyon, radyo bi me re hevpeyvînan dikin. Bi taybetî pirtûkxaneyên bajar û zanîngehan pirtûkê ji me dixwazin."
AZADIYA JINÊ BALÊ DIKIŞÎNE
Zerdeştî da xuyakirin, ku nêrînên Ocalan ji bo gelên Latîn Amerîkayê hem ji bo naskirina rastiya xwe, hem jî ji bo fêmkirin û xwegihandina gel û şoreşa Kurdistanê dikare bibe hêvî û ronahiyek.
Zerdeştî da zanîn, yek ji mijarên herî zêde balê dikişîne ew e, ku azadiya jinê û bîrdoziya rizgariya jinê di navenda vê paradîgmayê de ye. Zerdeştî got, "Di nîqaşên piştî danasînê de ev mijar bi berfirehî hat nirxandin. Li hemû bajar û cihên me heta niha pirtûk dane nasîn, dikarim bêjim eleqeyeke zêde hebû."
Zerdeştî anî ziman, wê civînên danasîna pirtûka şarestaniyê vê hefteyê li paytexta Şîlî Santîago de Chîle û li bajarên Valparaîso, Concepcîon û Temûco bên lidarxistin. Zerdeştî got, "Her wiha li paytexta Perû Lîmayê jî wê civîn were organîzekirin. Di mehên pêş de jî wê li xeta bakur a Latîn Amerîkakyê, li Venezûela, Ekvador, Bolîvya, Kuba, Meksîka û welatên Amerîka Navîn civînên danasînê werin lidarxistin."